Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li 13 parêzgehên Îranê nirxa nan bilind dibe

16:14 - 3 Tebax 2023

Li piraniya parêzgeh û bajarên Îranê nirxa nan bilind dibe û xelk rastî pirsgirêkan dibin herwisa nanpêj jî rastî zehmetiyên zêde dibin.

 Li bernameyeke televzyonî ya Deng û Rengê rejîma Îranê pêşkêşkarê televîzyona rejîmê îşare bi bilindbûna nirxa nan li 13 parêzgehên Îranê de kir.

Parêzgarê Şîrazê" Lotfula Şîbanî" ragehand bilindkirina nirxan bo vegerandina rewşa têçûya nanpêjxaneyan hatiye encamp dan, û herwisa got ku zêdebûna têçûya nanpêjxaneyan divê bi mûçeya kedkaran û berqê bê qerebû kirin.

Mihemed Suleymanî Berpirsê Sendîka nanpêjên Sêngekî di bersiva pirsa vê ku çima nirxa nan li Tehranê gelek bilnidbûye ragehand, heya nirxa nû li Tehranê neyê ragehandin, ev tevlîhevî wê berdewam be.

Mihemed Celal Berdevkê pilana zîrek a ard û nan got, yek ji rêyên qerebûkirina xisara nanpêjxaneyan dana mûçeyan e ku heta niha %40 zêde bûye.

Berê jî "Mihemed Meşînçiyan" lêkolerê Abûrî di gotûbêja digel dengê Amerîka yê ragehandibû, kirîza nan di Îranê de derencama nîv sede siyaseya şaş ya abûrî û dewleta gendel e.