Bi sedema germiya bê mînak bi dehan xelkê Dêhlorannê yê ser bi parêzgeha Îlamê nexweş kevtine û serdana nexweşxaneya sereke a wî bajarî kirine.
Roja Sêşemî 10 Gelawêja 1402 a Rojî, pileya germî li Dêhloranê gihaye 51 pileyan û li gorî gotinên birêveberê nexweşxaneya Şoheda ya wî bajarî, bi sedema germiya bê mînak pitir li 50 welatî nexweş kevtine û serdana wê nexweşxaneyê kirine.
"Xulam Riza Mensûrî" birêveberê nexweşxaneya Şoheda ya bajarê Dêhloranê roja Çarşemî bi medyayên navxwe yên Îranê re ragehand, pitir ji 50 kesan bi sedema bandora bilindbûna pileya germê serdana wê nexweşxaneyê kirine, ku 44 kes ji wan hatine çareserkirin û 6 kes jî hatine razandin.
Herwisa " Sîrûs Nadirî" birêveberê keşnasiya parêzgeha Îlamê bi çavkaniyên navxweyê Îranê ragehand, ku roja Sêşemî pileya germê li bajarê Dêhloranê gihîştiye 51 pileyan û bi wî awayî li pênc rojên derbas bûyî bajarê Dêhloranê germtirîn bajarê Îran û Rojhilatê Kurdistanê bûye.