Li berdewamiya agirberdan bi daristanên Kurdistanê, kirêgirtiyên rejîma Îranê agir berdane çêrîngeh û daristanên gundên “Balik, Selesiya Kevin, Ewîheng, Saliyan, Nicê û Reşneş”ê ser bi bajarê Merîwanê û daristanên gundên “Yaqûbava û Kanîsor”ê ser bi bajarê Bane.
Pêka nûçeya “Encumena Jîngehparêzên Kurdistanê”, roja Çarşemî 11`ê Gelawêja 1402 a Rojî, daristan û çêrîngehên çiyayên derdora gundên “Balik, Selesiya Kevin, Ewîheng, Saliyan, Nicê û Reşneş”ê ser bi bajarê Merîwanê û herwisa gundên “Yaqûbava û Kanîsor”ê ser bi bajarê Banê, ji aliyê kirêgirtiyên rejîmê ve hatine şewitandin û beşek zêde ji jîngeha Kurdistanê û ekosîstema deverê li nav agir de şewitî.
Xelkê hogirê jîngeh û nîştiman, xwedîked û emegnasê deverê bi destên betal û alavên berdestên xwe bo vemirandina agir çûne wan deveran û piştî hewldan û mandîbûneke zêde, aw agir vemirandin.
Hêjayê gotinê ye li li demsa Havînê de, Spaha Pasdaran û bi kirêgirtiyên rejîmê bi armanca têkdan û jinavbirina jîngeha Kurdistanê, agir bi piraniya daristan û çiyayên wî welatî berdidin û dibine sedema xisareke gelek zêde bo xelkê Kurd, ku bi ti awayek nayê qerebûkirin.