Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya yekgirtina du hevpeymanên siyasî yên opozîsyona Îranê

11:56 - 1 Tebax 2023

Du hevpeymanên siyasî yên bi navên “Şêwreya Demokrasîxwazên Îranê û Hevpêwendî bo Azadî û Wekhevî li Îranê” yek girtin û di daxuyaniyekê de ragihandin, ku ji niha şûnda li bin navê “Hevpêwendiya Hemû Aliyane Bo Azadî û Wekheviyê Li Îranê” çalakiyên xwe berdewam dikin.

Di daxuyaniya wan de hatiye:

Di devedeva salvegera tevgera şoreşgêrane ya “Jîna”yê de û bersivdarbûn bi pêwîstiyên hevpêwendî û hevkariya berfireh ya hêz û aliyên komarîxwaz ên demokrat, du hevpeymanên siyasî yên bi navên “Şêwreya Demokrasîxwazên Îranê û Hevpêwendî bo Azadî û Wekhevî li Îranê” di civînekê de ku li rojên 7 û 8ê Gelawêja 1402an a Rojî hatibû lidarxistin, yek girtin û ji niha şûnda li bin navê “Hevpêwendiya Hemû Aliyane Bo Azadî û Wekheviyê Li Îranê” kar û çalakiyên xwe berdewam dikin.

Di rewşekê de ku tevî serkuta tundûtîj û hovane ya rejîmê, şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” bi awayên cuda û berfireh di nava civakê de berdewam e. Em li ser vê bawerê ne ku yekbûna her du aliyên hevpeyman hewlek berpirsane dijî desthilata zêdexwaz û cinayetkar ya rejîma Komara Îslamî ya Îranê ye û bi pêngaveke bandordar ji xebata azadîxwazane û yeksanîxwazî ya xelkê Îranê tê hisabin.