Midehek e her carê aliyeke daristanên Merîwanê ji aliyê neyarên jîngeha Kurdistanê ve têne agirberdan û çend roj e daristanên derdorên bajarê Merîwanê di nav agir de dişewitin û tenê jîngehparêz û xelkê jîngehdost hewla temirandina agir didin. Wan daxwaz ji xelkê bajarên derdor kirine ku bo temirandina agir alîkariyê bidine wan.
Neyarên jîngeha Kurdistanê roja 11ê Gelawêjê agir berdane daristanên gundê “Asinewe” yê Merîwanê û roja Pêncşemî 12ê Gelawêjê jî, agir berdane daristanên gundên “Gumareleng û Dereweran” ên Merîwanê.
Berfirehiyek zêde ji daristanên wan gundan di nav agir de şewitîn û agirê wan deveran niha jî berdewam e; Agirê wan daristanan ji aliyê hin encumenên jîngehparêzî û xelkê jînghedost ve tê temirandin.
Encumena Kesk a Çiyaya Merîwanê di daxuyaniyeke bilez de daye zanîn: “Bi sedema berfirehbûna agirê daristanên Gumareleng, Dereweran û Kolît”ê, endamên beşdar ji bo temirandina agir, pêwîstiya wan bi hevkariya bilez e, ew bi hemû hewla xwe ve agir ditemirînin, lê eger xelkê Merîwanê û navçeyên derdor bi hawara wan ve neyên, egera her cure bûyereke nexwastî tê pêşbînîkirin”.
Di beşeke din a daxuyaniya Encumena Kesk de hatiye: “Hevwelatiyên hêja, wek tê zanîn Merîwan çend roj e di nava agirê cehenemî de ye û derdora gundên Dereweran, Neçê, Hencîran, Mirane û Kollîtê di nav agir de dişewitin, endamên Encumena Kesk û kesên xwebexş 48 demjimêrên in ne razan e û ne tiştek xwarine û wan hewcehî bi hevkariya hemû aliyekê heye”.
Heta vê gavê çendîn encumenên jîngehparêzî yên Kurdistanê û xelkê medenî ji bajarên din ên Kurdistanê ji bo temirandina agirê neyarên jîngeha Kurdistanê li Merîwanê amade bûne.
Du endamên Encumena Kesk a Çiyaya Merîwanê di dema temirandina agir de hatine birîndarkirin.