Du kolberên Kurd li ser sînorê “Hengejalle û Newsûdê”, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin û birîndarkirin.
Êvareya roja Pêncşemî 12ê Gelawêjê, kolberekî Kurd yê bi navê “Huşyar Emînî Dûsîne” yê kurê Mihemed û xelkê gundê “Dûsîne” yê ser bi bajarê Bane, bi sedema gullereşandina hêzên rejîmê Îranê canê xwe ji dest da.
Li gorî Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, ev kolberê Kurd ku ji sînorê “Hengejale” yê ser bi bajarê Baneyê vedigeriya, li xala vekolîna hêzên rejîmê ya“Xûrî Ava”yê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye gullereşandin.
Hêzên rejîma Îranê di vê xala vekolînê de, bi bê agehdarkirina berê navbirî û komek din ji kolberên Kurd dabûne ber guleyan.
Eva di halekê de ya ku ev kolberên Kurd hilgirê ti bareke qaçax nebûn.
hevdem roja Pêncşemî 13 Gelawêjê, kolberekî din yê xelkê Ciwanroyê li ser sînorê Newsûdê ji aliyê hêzên rejîmê ve hate birîndarkirin.
Kolberê Kurd yê xelkê Ciwanroyê bi navê” Mêhran Ehmedî” bi teqeya rasterast a hêzên rejîmê li ser sînorê Newsûdê birîndar bûye,û hêzên rejîmê bi bê agehdarkirina berê teqe li wî kolberî kirine ku di encamê de dest û navqeda wî kolberî birîndar bûne.
Ev kolberê Kurd bo tedawiyên pizîşkî bo navendên dermanî hatiye veguhastin.