Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Parlemantara Niyozîlendê li civîna digel balyozê rejîma Îranê, serkuta xelkê ji aliyê rejîmê ve şermezar kir

11:37 - 5 Tebax 2023

Parlemantara Partiya Kesk a Niyûzilêndê, di cîvaînekê de ku endamên komîsiyona siyaseta derve û herwisa ticareta Niyûzîlendê û balyozê rejîma Îranê li Niyûzîlendê jî beşdarî kiribûn, kuştin û serkuta neraziyan ji aliyê rejîma Îranê ve bi tundî şermezar kir.

Parlemantara Partiya Kesk a Niyûzîlenê “Gulrîz Qehreman” di cîvînekê de ku balyozê rejîma Îranê “Riza Nezeraharî” jî beşdarî kiribû, bi nîşanda wêneyên şehîdên serhildana Jînayê, tevî îşarekirin bi vê yekê ku kuştina sîstematîk a neraziyan û kesên medenî, cinayet li dijî mirovahiyê ye”, rû li balyozê rejîma Îranê bi tekezî got: “Rejîma we mijûlê encamdana cinayet li dijî mirovahiyê ye, lewma civak û welatê me berpirsiyar e ku bertekê ji xwe nîşan bide, eger hûn jî bixwazin wek nûnerê rejîma Îranê li welatê me yê demokratîk û azad de bijîn, hûn jî berpirsyar in”.

Herwisa navbirî rû li balyozê rejîmê û bi nîşanda wêneya şehîd “Jîna Emînî”yê li ser textê nexweşxanê got: “Ma Geşta Îrşada we dikare bi awayê yasayî û bi hêceta xuyakirina pirça serê wan, wan bikuje?”

Herwisa Parlemantarê Partiya Kedkar a Niyûzîlendê “Îbrahîm Umer” jî, li wir got: “Îran û çend welatên din, Îslamê wek alavekê bo îşkencekirin, serkut û kuştina jinan bikar tînin”.