Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di heyama çar rojan de cezayê aliyê kêm 19 girtiyan di Îranê de hatiye cîbicîkirin

11:45 - 5 Tebax 2023

Di heyama 4 rojên Îniya derbasbûyî de, cezayê aliyê kêm 19 girtiyan li girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê hatine cîbicîkirin ku piraniya wan xelkê Belûç in.

Li gorî Amara Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, di heyama 4 rojan de li rojên Yekşemî heya Çarşemî cezayê aliyê kêm 19 girtiyan li girtîgehên Îranê hatine cîbicîkirin ku 11 kes ji wan hevwelatiyên Belûç bûne ku dike %59 gelempera kesên hatinî bidarvekirin.

Li gorî vê raporê, 7 kes ji wan girtiyan li girtîgehên navendî yên Zahidanê hatine bidarvekirin ku zêdetirîn haletên vê amarê ye, herwisa 4 girtî li girtîgeha Zabol, 3 girtî li girtîgeha Xurem Ava, 2 girtî li girtîgehên Bîrcend û girtîgeha Qumê, herwisa li Erak û Ehwazê 1 haletê bidarvekirinê hatiye tomarkirin.

Cihê baskirinê ye ku 3 kes ji wan girtiyan welatiyê xelkê Efxanistanê bûne, û heta niha nasnameya 18 kes ji wan girtiyan eşkere bûye.