Hêzên Îtilaata rejîmê li ser rêya Sine-Merîwanê, teqe li maşîna welatiyek ê bi navê “Pûrya Ehmedî” kirin û piştre ew û hevjîn wî binçav kirin.
Pêka rapora Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, roja Sêşemî 10ê Gelawêjê, hêzên Îtilaata rejîmê li rêya “Sine-Merîwanê, teqe li maşîna welatiyekî Kurd yê bi navê “Pûrya Ehmedî” û çalakvanê medenî yê xelkê bajarê Sinê kirin û piştre maşîna wî ragirtin û navbirî û hevjîna wî “Seher Ehmedî” binçav kirin.
Hêzên Îtilaata rejîmê piştî lêdan û kutana Pûrya Ehmedî û Seher Ehmedî, zaroka wan ya sawa jî binçav kirin û bo girtîgeha Îtilaata rejîmê li bajarê Sinê veguhastin.
Herwisa “Kurdpa”yê daye zanîn, ku roja Çarşemî 11ê Gelawêjê, hêzên Îtilaatê malbata Ehmedî banghêjê îdareya Îtilaatê li bajarê Sinê kirine û zaroka wan radestî wan kirine.
Herwisa hêzên Îtilaata rejîmê li bajarê Sinê, li roja Çarşemiyê êrîşî ser mala Pûrya Ehmedî kiribûn û piştî vekolîna mala wî, hejmarek ji tiştên wî yên kesîn digel xwe birine.
Heta niha, ji sedema binçavkirin û tohmetên hatinî sepandin li dijî navbirî û hevjîna wî ti zaniyariyek ber dest nîne.
Hêjayê gotinê ye ku “Pûrya Ehmedî”, 1ê Reşemeya 1397 a Rojî jî, ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran a terorîst ve li bajarê Sinê hatibû binçavkirin û piştî 15 roj lêpirsîn li vê navenda ewlehiya rejîmê bi danîna barimteyê hatibû azadkirin.
Herwisa navbirî dîsan 21ê Banemra 1398 a Rojî, ji aliyê hêzên Îtilaata rejîmê li bajarê Sinê hatibû binçavkirin û piştî 10 rojan lêpirsînê, bi danîna barimteya 300 milyon Tumenî ji girtîgehê hatibû azadkirin.