Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê belgeyên rohn li ser dironên rejîma Îranê belav kir

11:01 - 5 Tebax 2023

Ajansa Ewlehiya Parastinê ya Amerîkayê bi gazîkirina berpirsên welatên din bo dîtina paşmaweyên dironên Îranê ên li Ukraynê û Başûrê Kurdistanê, ragihand ku belgeyên rohn ên rola rejîma Îranê li şerê Ukraynê li ber dest de hene.

Li gor nûçeya kanala “NBC”yê, Ajansa Ewlehiya Parastinê ya Amerîkayê beşên baskên dironên “Şahid 131”, motor û dironên saxlem ên bi terha leşê wê û heta hejmara li ser leşê dironên jî, ji raya giştî re da nîşandan.

Ajansa Ewlehiya Parastinê ya Amerîkayê ragihandiye, ku dironên “Şahid 131” alavên pêşketî yên elektronîkî nînin, lê hilgirê kumika 20 kîloyî ya teqînê ye û dikarin heta lezgîniya 200 kîlometran di demjimêrekê de bifirin.

Pêka gotina karnasekî vê ajansê, armanc ji nîşandana wan dironan, givaşxistin li ser rejîma Îranê û selimandina vê rastiyê ye ku dionên bikarhatî li şerê Ukraynê û bo êrîşkirin li ser xelkê medenî yên Ukraynê, berhemên rejîma Îranê ne.

Herwisa berdevkekî Ajansa Ewlehiya Parastinê ya Amerîkayê jî gotiye, ku piştevaniya rejîma Îranê li Rûsiyê hevdem e digel hevkariyên Rûsiyê bo bernameya esmanî û geşeya mûşekên balistîkî yên rejîma Îranê, ku dide xuya heta çi astekê hevkariya wan du welatan kûrtir e.