Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hunermendekî Kurd li bajarê Urmiyê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate binçavkirin

12:06 - 1 Tebax 2023

Hunermend “Husên Çûkelî” yê xelkê bajarê Nexedê û rûniştiyê bajarê “Urmiyê”, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate binçavkirin.

Pêka rapora “Chaw News”ê, êvareya roja Yekşemî 8ê Gelawêjê, hunermend “Husên Çûkelî” yê temen 28 salî û xelkê gundê “Daşdorge” yê ser bi bajarê Nexedê û rûniştiyê bajarê Urmiyê, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve di mala xwe de li bajarê Urmiyê hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hate veguhastin.

Ew hunermendê nîgarkêş û dîzayner ku li fêrgeha xwe li bajarê Urmiyê mijûlê perwerde û hînkariyê bûye, bi bê ti belgeyeke yasayî û dadgehê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye binçavkirin.

Heta niha ji sedema binçavkirin, qeder, cihê ragirtin û tohmetên bi ser navbirî de hatine sepandin, ti zaniyariyeke serast û hûr ber dest nîne.