Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çiyagera jin a Kurd hilkişiya ser çiyayê herî bilind ê Qazaqistanê

12:38 - 5 Tebax 2023

Çiyagereke jin a Kurda ji Rojhilatê Kurdistanê hilkişiya ser çiyayê Xantangirî yê Qezaqistanê ku 7010 metr bilind e.

“Rûnak Zemanî” ya temen 35 salî û xelka bajarê Sineya Rojhilatê Kurdistanê weke yekemîn çiyagera jin a Kurd, karî hilkişe ser lûtkeya bilindtirîn çiyayê welatê Qazaqistanê yê bi navê “Xantangirî” ku bilindiya vî çiyayî 7010 metr e.

Navbirî di dema serkevtin bi ser çiyayê Qezaqistanê de alaya Kurdistanê jî bilind kiribû.

“Rûnak Zemanî” wek jineke Kurd berî jî, şiyabû hilkişe ser lûtkeya piraniya çiyayên Kurdistan û Îranê.

Hêjayê gotinê ye ku “Rûnak Zemanî” dixwaze xwe bo serkevtin bi ser lûtkeya çiyayê “Gaşir Biroma Du” ê di navbera welatê Çîn û Pakistanê de ku bilindahiya wê 8035 metr e, amade bike.