Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji 200 hiktar daristanên Merîwanê di nav agir de şewitîn

10:28 - 6 Tebax 2023

Ji roja 12ê Gelawêjê ve hat niha daristanên heft navçeyên Merîwanê carek din rastî agirpêkevtina bi zanebûn a destûpêwendiyên rejîma Îranê hatine û heta niha 51 girûp ji encumenên jîngehparêzî yên Kurdistanê ji bo kontirolkirina wî agirî beşdarî kirine.

Ji despêka îsal ve hata niha 120 haletên agirpêkevtinê di daristanên Merîwanê de qewimîne; di niha de jî nêzî çend roj e ku agir ber bi şewitandina zêde ya daristanan ve diçe û pêka hin çavkaniyan heta vê gavê nêzî 200 hiktar daristanên Merîwanê di vê menca agir de şewitîne û 300 hiktar jî di dorpêça agirê neyar de ye.

Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê di raporekê de li gorî gotina çavkaniyek xwe li Merîwanê daye zanîn, “ev daristanane bi qestî û ji aliyê kesên girêdayî Spaha Pasdaran ve têne agirberdan û li piraniya cihên ku çirayên binkeyên sînorî ên rejîmê têne xuya, agirpêkevtina daristanan jî tê despêkirin.”

Çavkaniya “Kurdpa”yê dibêje: “Agirpêketina deverên Mêrge Dirêj, Dereweran û Mirane, sê halet in ku ji aliyê hêzên rejîmê yên ser sînor ve tê encamdan”.

Agirê daristanên Merîwanê gelek berfireh bûye û agirê deverên “Dereweran, Hincîran, Hane Şêxan, Dîwî Binaçele, Dîwî Qamişlo û aliyê Mêrge” ku mewdayek çend kîlometrî digel hev mewda hene, agirê wan gihane hev.

Di nav vî agirî de bi dehan canjiber û hezaran darên Berû hatine şewaitandin û di hin dîmenên belavbûyî de tê xuya ku çendîn canjiber di nav agir de bûne xwelî.

Di nav agirê wan çend rojan de, 4 kes ji parêzerên jîngehparêza Kurdistanê yên ser bi Encumena Kes a Çiyaya Merîwanê û Encumena Jîwaya Pawe di dema temirandina agir de birîndar bûne.

Di agirpêkevtina çend heftiyên derbasbûyî de zêdetir ji 1000 hiktar daristanên Merîwanê hatine şewitandin.