Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Agehdariyek ji Navenda Teşkîlata PDKÎ bo xelkê deverên Urmiye û Şinoyê

10:30 - 6 Tebax 2023

Navenda Teşkîlata Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê agehdariyek rû li xelkê Urmiye û Şinoyê belav kir û daye zanîn kesek bi navê pêşmerge mijûlê komkirina hevkariyê  ye ku agehdar bin ew kese ser bi PDKÎ nîne.

Deqa agehdariyê wiha ye:

Xelkê têkoşer ên navçeyên Urmiye û Şino!

Çend roj e ku kesek bi navê “Nûredîn Nîrûmend”, li navçeyên çiyayî yên Mirgewera Urmiye û Şinoyê, xwe bi pêşmergê Hibzê dide nasandin û dxwaza hevkariyê ji xelkê dike. Em radigehînin ku ti pêwendiyek navbirî bi Hizba Demokrat ve nemaye û bi navê pêşmergê Hizbê hevkariya wî nekin.

Navenda Teşkîlata Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê

14ê Gelawêja 1402 a Rojî