Suheyla Mihemedî, girtiya siyasî ya Kurd û xelka bajarê Selmasê di girtîgeha rejîmê li Urmiyê li ser rewşa xirap a girtîgehê man girt û lêvên xwe dûrîn.
Li gorî Ajansa Nûçegehaniya Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, girtiya siyasî a Kurd li girtîgha rejîmê li Urmiyê, bi nîşandana nerizatiya xwe li ser rewşa xirap a xwe li girtîgehê, bi dûrîna lêvên xwe kevte gireva birçîbûnê; navbirî tevî derbaskirina 3 sal ji cezayê 5 sal girtîgeha bi ser de hatî sepandin, heya niha ji mafê mirexesiyê hatiye bêparkirin.
Suheyla Mihemedî dayka zarokekê ye û li meha Reşemeya 1401 a Rojî, bi sedema givaşa navendên rejîmê û rêgirîkirin ji azadiya demkî û herwisa bêparkirin ji lêbexşîna giştî, çend kêrik li ser sîngê xwe dabûn û hewla xwekujiyê dabû ku ji aliyê hevgirtiyên xwe ve hatibû rizgarkirin.
Navbirî ji aliyê Taya 1 a Dadgeha Şoreş a rejîmê li bajarê Urmiyê bi tohmeta endamê yek ji hizbên Kurdî yên dijberên rejîma Îranê, 5 sal girtîgeh bi ser de hatibû sepandin û ji wê demê ve heya niha li benda jinan a girtîgeha navendî ya rejîmê li Urmiyê bi bê mafê azadiya demkî, hatiye girtin.