Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê navendeke din ji bo serkuta zêdetir a xelkê ava dike

11:00 - 6 Tebax 2023

Dezgeha Dad a rejîma Îranê dixwaze navendeke parastin û îtilaatê li Dezgeha Dad ava bike û bi vî awayî navendeke serkutkirina xelkê zêde dibe.

Tevî vê ku rejîmê çendîn navendên Îtilaatî ji bo sîxurîkirina bi ser xelkê de hene, Dezgeha Dad a rejîmê biryar daye ku îdareyeke din a parastin û îtilaatê di vê dezgehê de ava bike û îdareyeke din bi îdareyên serkuta xelkê Îranê zêde bike.

Terha avakirina parastin û îtilaata Dzegeha Dad a rejîmê, meha Rêbendana 1401 a Rojî, ji aliyê komîsiyona Ewlehiya Netewî ya meclîsa rejîmê ve hatibû pesendkirin.

Eger Şêwreya Nigehban a rejîmê jî, vê yekê pesend bike, parastin û îtilaata Dezgeha Dad a rejîmê dibe 3emîn dezgeha bingehîn a îtilaatî û parastina rejîmê di hember xelkê medenî de.

Serokê Dezgeha Dad a rejîmê  “Muhsin Êjêyî” di vê derheqê de bi çewtekarî gotiye, ku ew navenda parastin û ewlehî dê bi tenê di çarçêveya karûbarê hundir û dezgeha dad de kar bike, lê di rastî de navendeke dinê ji bo serkut, îşkence û kuştina xelkê tê avakirin û her wek dezgehên din ên ewlehî, bûdceyeke bêsînor û nexuya ji dahata xelkê hejar ên Îranê dê bo wan bê diyarîkirin.