Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji 22 hezar mamosteyan li Îranê piştevanî ji kempeyna azadkirina mamosteyên binçavkirî kirin

11:13 - 6 Tebax 2023

Kempeynek bi navê “sed hezar wajo bo azadkirina mamosteyên binçavkirî” hatiye avakirin û di niha de zêdetir ji 22 hezar mamosteyan piştevanî jê kirine.

Şêwreya Hevahengiya Sendîkaya Mamosteyên Îranê ragihandiye, ku kempeynek bi navê “sed hezar wajo bo azadkirina mamosteyên binçavkirî” hatiye avakirin û heta niha zêdetir ji 22 hezar mamosteyan ev kempeyn wajo kirine û daxwaza azadkirina lezgîn ya mamosteyan kirine.

Herwisa vê Şêwreyê bi şandina nameyeke servekirî bo Serokê Dezgeha Dad ya Rejîmê “Muhsin Êjeyî”, nivîsiye, berî niha di hewlekê de nameyek bi wajoya hezar û 200 kesan bo azadkirina mamosteyan û dawîanîn bi dosiyesaziyan li dijî wan bo Dezgeha Dad hate şandin, lê ti yek ji beşên vê dezgehê ev name ji me wernegirtin.

Herwisa hatiye belavkirin ku bi sedema guhnedana Dezgeha Dad a rejîmê bi daxwaza wan li kêmtir ji 4 heftiyan, hejmara piştevaniya mamosteyan ji hezar û 200 kesan gihaye bi 22 hezar kesan ku ev name bo azadkirina mamosteyan wajo kirine.

Di beşek din de hatiye belavkirin, ku Şêwreya Hevahengiya Sendîkaya Mamosteyan rû li Serokê Dezgeha Dad a rejîmê ragihandiye, ku di egera nedana bersivek erênî yan berteknîşandanek nerênî, şêwaza reftarên me yên aram jî dê bê guherîn.

Di daxuyaniya vê kempeynê de tevî behskirin ji bêserkirina mamosteyan bi awayek tundûtîjane, dosiyesazî û sepandina cezayên giran li dijî wan, daxwaza azadkirina lezgîn ya mamosteyên binçavkirî û sekinandina dosiyesazî û sepandina cezayên giran hatiye kirin.