Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Swêdê semînarek li derheq şoreşa “Jîna”yê bi rê ve çû

11:14 - 6 Tebax 2023

Komîteya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê “Kalmar” ê welatê Swêdê, semînarek li derheq şoreşa “Jîna”yê, bo “Kawe Ahendgerî” lidar xist.

Piştînîvroya roja Şemî 14ê Gelawêja 1402 a Rojî, Komîteya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê “Kalmar” ê li welatê Swêdê, semînarek li jêr navê “şoreşa Jin Jiyan Azadiyê li dîtingeha teoriya çalakiyên bi kom li Îranê” û bi beşdariya hejmareke berçav ji endam û alîgirên Hizbê, bo “Kawe Ahengerî” hate lidarxistin.

“Kawe Ahengerî” li ser şoreşa Jînayê, alî û taybetmendiyên vê şoreşê û pêwendiya vê bi hejmarek teoriyên civaknasiyê ve, bi hûrî axavtinek li ser kir.

Beşeke din a axavtinên “Kawe Ehengerî”, tekezîkirin bû li ser pêwîstiya dîtingeha aliyên Kurdan li girîngîdan bi rastiyan, bi gotara netewî û tundtirkirina bingehên hevpar ên nîştimanî.

Di dawiyê de hejmarek ji amadebûyên semînarê, pirsyar û têbîniyên xwe li derheq aliyên semînarê anîne ber bas û “Kawe Ahengerî” jî, bersiv û rohnkirinên hewce bi wan re dan.