Hêzên serkutker ên rejîma Îranê bo rêgirîkirin ji birêveçûna rêûresma jidayîkbûna şehîd “Mihemed Hesenzade” li ser tirba wî, deriyê goristana bajarê Bokanê daxistin.
Roja Duşemî 9ê Gelawêja 1402 a Rojî, hêzên serkutker ên rejîma Îranê li bjarê Bokanê, bi daxistina deriyê goristana vî bajarê, rêgirî ji birêveçûna rêûresma jidayîkbûna yek ji şehîdên şoreşa “Jin Jiyan Azadî” yê bi navê “Mihemed Hesenzade” kirin û bi ti kesekî re rê nedan ku serdana wê goristanê bike.
Pêka girte vîdyoyeke belavbûyî, hejmareke zêde ji xelkê bi deste gulan dixwestin di vê rêûresmê de beşdariyê bikin, lê ji aliyê hêzên rejîmê ve rêgirî ji çûna wan bo nav goristanê hate kirin.
Şehîd “Mihemed Hesenzade” yê temen 28 salî, 25ê Xezelwera 1401 Rojî, li meşa şoreşa “Jîna”yê li bajarê Bokanê, bi teqeya rasterast a hêzên hov û serkutker ên rejîma Îranê hate şehîdkirin.
Hêjayê gotinê ye ku tirba şehîdên şoreşa “Jîna”yê, bûye cihê nûkirina soz û peyman digel rêbaza şehîdan û berdewamkirina serhildana li dijî rejîma Îslamî ya Îranê, her lewma heta niha rejîmê bilî rêgirîkirina xelkê bo nav goristanan, bi rêya destûpêwendiyên xwe ve, di hewleke qirêj de tirba şehîdan têk daye.