Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nazîla Merûfiyan bi sedema nebaşbûna rewşa tendirustiyê ji girtîgehê bo nexweşxanê hate veguhastin

11:33 - 6 Tebax 2023

Nazîla Merûfiyan rojnamevana Kurd bi sedem givaşên demar û lêdana tund a dilê wê, ji girtîgeha Êvînê bo nexweşxanê hate veguhastin.

Pêka rapora “Kurdpa”yê, roja Şemî 14ê Gelawêjê “Nazîla Merûfiyan” rojnamevana Kurd a xelka bajarê Seqizê û rûniştiya bajarê “Tehran”ê bi sedema nebaşbûna rewşa tendirustiya wê, ji girtîgeha Êvînê bo nexweşxaneya “Taliqanî” ya bajarê Tehranê hatiye veguhastin.

“Kurdpa”yê ragihandiye, rewşa tendirustiya wê nebaş e û malbata wê bi sedema vê ku li bajarê “Seqizê” dijîn, ji rêya telefonê ve ji veguhastina keça xwe bo girtîgehê agehdar bûne.

Nazîla Merûfiyan bi sedema guhnedan bi hicaba bi zorê, ji mafê hevdîtin digel malbata xwe û danîna barimteyê hatiye bêparkirin.

Herwisa roja Yekşemî 8ê Gelawêjê, malbata wê bo hevdîtin digel keça xwe serdana girtîgeha Êvînê kiribûn, lê bi sedema guhnedana Nazîla bi hicaba hikûmetî a bi zorê, rê nedan ku malbata xwe bibîne.

Berê Dozgeriya Êvînê bona azadkirina navbirî daxwaza barimteya 300 miliyon Tumenî kiribû, lê piştire nirxa barimtê guherî û daxwaza barimteya 1 miliyard Tumenî kiriye; tevî dabînkirina barimteyê ji aliyê malbata wê ve, dîsan rê nedan ku bê azadkirin û hatiye gotin ku “nabe tu li derê bî çimkî tu metirsîdar î”.

Nazîla Merûfiyan roja 17ê Pûşperê, bo duyem car ji aliyê hêzên rejîmê ve li bajarê Tehranê hate binçavkirin.