Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêzdar Mistefa Hicrî derheq agirpêketina daristanên Merîwanê peyamek belav kir

16:24 - 6 Tebax 2023

Rêzdar “Mistefa Hicrî”, Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, derheq agirpêketina daristanên Merîwanê peyamek belav kir û daye zanîn, agirberdana daristanên Rojhilatê Kurdistanê, tenê agirê kîna dujminkaraneya rejîma dije xelk a Îranê ye.

Deqa peyamê wiha ye:

Şewitandina daristanên Rojhilatê Kurdistanê, tenê nîşana agirê kîn û dijminatî û armanckirina jîngeha nîştiman ji aliyê rejîma dije gelî û jîngehî ya Komara Îslamî ya Îranê ve ye.

Di çend rojên derbasbûyî de, daristanên Merîwanê û derdora vî bajarî bi awayekî cihê gumanê hatine agirberdan û ev agire her ku diçe berbelav dibe. Tevî hewlên bêwestan û xwebexş ên jîngehparêzên herêmê û xelkê din ên bajarên Rojhilatê Kurdistanê ku ber bi cihê agir ve çûne, mixabin şewitandina daristanan herwisa berdewam e û heta ji hêlekê ve ditemirînin ji hêleke dinê ve serî hildide.

Ezmûnên derbasbûyî derxerê vê rastiyê ne, ku take hêza ku îradeya parastina ax û surûşta Kurdistanê heye, hêza gel û civaka Kurdistanê ye. Lewma parastina jîngehê parastina ax, surûşt û bedewiya nîştiman e. Bê guman parastina nîştiman û şerê agirê dijmin, ne tenê erkê exlaqî û nîştimanî ye, belkî erkekî merzin ê mirovî ye ku tak bi takên civaka Kurdistanê jê berpirsyar in.

Hewl û têkoşana jîngehparêzên Merîwanê û hevkariya çalakvanên jîngehparêz ên navçeyên din ên Kurdistanê ji bo temirandina agir, cihê pêzanînê ye. Erkê tev Kurdistaniyan e ku bi her awayekî bo wan bê kirin, bo konterolkirina agir bi hawara xelkê Merîwanê û navçeyên derdora vî bajarî ve herin.

 

Mistefa Hicrî

Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê

15ê Gelawêja 1402 a Rojî

6ê Tebaxa 2023an