Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka şehîdekî Kurdistanê koça dawiyê kir

16:30 - 6 Tebax 2023

Xwedêjêrazî “Pîrbes Xadimiyan”, dayîka şehîd “Xalid Dûdkanlû Mîlan” li devera Mirgewer a ser bi bajarê Urmiyê koça dawiyê kir.

Xwedêjêrazî Hecî “Pîrbes Xadimiyan”, hevjîna xwedêjêrazî Hecî “Ehmed Dûdkanlû Mîlan” û dayîka şehîdê Kurdistanê “Xalid Dûdkanlû Mîlan”, roja Şemî 14ê Gelawêja 1402 a Rojî, li gundê “Garane” yê ser bi devera “Mirgewer” a bajarê Urmiyê koça dawiyê kir.

Şehîd “Xalid Dûdkanlû Mîlan” li sala 1340 a Rojî li gundê “Garane” yê ser bi devera Mirgewer ji dayîk bibû, navbirî li dema sehkirina zulm û bêdadî û dagîrkariyên rejîma Îranê tevlî refên hêza Pêşmergê Kurdistanê bû; şehîd “Xalid” li sala 1361 a Rojî, di şer û pevçûnekê de digel hêzên dagîrker ên Kurdistanê li gundê “Hekê” hate şehîdkirin û tevlî karwanê şehîdan bû.

Şehîd “Xalid” pêmergeyekî xwedî bawer û bi îrade bû û lewma li rerfên pêşmergên Kurdistanê de pileya serpelî wergirtibû; tirba wî şehîdê Kurdistanê li gundê “Alûsan” e.

Xwedêjêrazî hecî “Pîrbes Xadimiyan” hertim şanazî bi kurê xwe yê şehîd dikir û heta dawiya jiyana xwe emegnasê rêbaza kurê xwe yê şehîd bû.

Hizba Demokrat a Kurduistana Îranê sersaxiyê dibêje malbat û kesûkarên xwedêjêrazî “Pîrbes Xadimiyan” û xwe bi hevparê xema wan dizane.