Roja Şemî 14ê Gelawêja 1402 a Rojî, kolberekî Kurd yê bi navê “Resûl Gageşî” yê xelkê bajarê Serdeştê li rêya hatina nav bajarê Banê bi sedema maşîna kasibkarekî ku hêzên leşkerî yên rejîmê li pey kevtibûn, canê xwe ji dest da.
Ajansa Nûçegihaniya Kurdpayê di vê derheqê de daye zanîn, maşîna kasibkarekî Kurd ji destê hêzên rejîmê direviya û hêzên leşkerî li pey kevtibûn, “Resûl Gageşî” jî piştî zivirîn ji kolberiyê ji sînorê “Hengejal”ê yê bajarê Banê rastî wê maşînê tê û di encama kevtina bin maşînê de, canê xwe ji dest daye.
Termê wî kolberê Kurd heta vê gavê li nexweşxaneya “Selahedîn Eyûbî” ya bajarê Banê ye.
Resûl Gageşî yê temen 40 salî xêzandar û bavê 5 zarokan bû.
Herwisa şeva Pêncşemî 12ê Gelawêja 1402 a Rojî, kolberek ê bi navê “Huşyar Emînî Dûsîne” yê kurê “Mihemed” û xelkê gundê “Dûsîne” yê ser bi bajarê Banê, bi teqeya hêzên rejîma Îranê li ser sînorê “Hengejal”ê canê xwe ji dest da.