Agirpêketina daristanên Merîwanê ku ji roja Pêncşemî 12ê Gelawêjê ve li sê navçeyên “Dereweran, Asinava û Gumareleng”ê serî hilda, berfirehiyek zêde ji daristanên wan navçeyan şewitîn.
Ji destpêka vî agirî ve heta niha çendîn rêkxistinên jîngehparêzî li Kurdistanê û xelkê medenî bi hawara jîngehdostên Merîwanê ve çûne û mijûlê temirandina agir in.
Li gorî raporek vîdyoyî ya Encumena Kesk a Çiyaya Merîwanê, zêdetirî 500 hiktar daristanên Merîwanê heta vê gavê di nav agir de şewitîne.
Di serdana meydanî û çavdêriya endamên Encumena Jîngeparêzî ya Jîwaya Pawe li nav daristanên Merîwanê, hin guleyên agirî ku ji aliyê neyar û dujminê jîngeha Kurdistanê ve hatibûne çêkirin û di nav daristanên Merîwanê de hatibûne veşartin, peyda kir ku ev şêwe guleyên agirî bi bitika şixateyê (kebrît) û binê cigaran hatibûnû çêkirin.
Di heman demê de hin vîdyo di nav torên civakî de hatine belavkirin, helîkoptera rejîmê bi cihê ku agirê daristanan bitemirîne, bi perên xwe hewl dide agir geş bike û kesên jîngehparêz bêne şewitandin û ava ku ji gola Zirêbar bo temirandina agir anîbû, li ser girikekê vala dike ku çi agirek li wir nebûye.
Di agirpêketina wê carê ya daristanên Merîwanê de, ku daristanên gundên Dereweran, Kîln, Neçê, Hencîran, Mirane, Bayewa, Asinava û Kolîtî agir girtibûn, wekî her carê jîngehparêzên Encumena Kesk a Çiyaya Merîwanê û xelkê xwebexş yên piraniya bajarên Kurdistanê bi helmeteke neteweyî li hember agir derketin û hewl dan ku agir bitemirînin.