Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Navenda Teşkîlat a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li derheq agirberdana daristanên Rojhilatê Kurdistanê

10:59 - 7 Tebax 2023

Roja Yekşemî rêkevta 15ê Gelawêjê, Navenda Teşkîlata Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li derheq agirberdana daristanên Rojhilatê Kurdistanê, peyamek belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Hevnîştimaniyên hêja!

Xemxwar û jîngeparêzên Kurdistanê!

Her wekî agehdar in heyama çend rojan e dîsan daristanên Kurdistanê û bi taybet û bi diyarîkirî daristanên devera Merîwanê di nav agir de dişewitin û yê ku ji can û jiyana xwe nirx bo kontirolkirin û temirandina agir daniye, tenê hûnên tekoşer û nîştimanperwer in.

Lewma em pir bi dil sipasiya xwe pêşkeşê we dikin û li hember hemû mandîbûnên we, em destê rêz û pêzanînê li ser sîngê xwe didanên û em bi we serbilind in.

Êdî bo hemû aliyekê eşkere ye ku Komara Îslamî ya Îranê bo temirandina vî agirê ku jîngeha Kurdistanê li xwe girtiye, ne tenê hevkariya jîngeparêzan nake, belkî bi xwe û destûpetwendiyên wê jî, di hilbûna van agiran de dest hene. Di şert û mercên wiha de tenê xelkê Kurdistan û bi taybet jîngeparêzên tekoşer in ku bo rizgarkirina jîngeha Kurdistanê bi hildana milê xwe bi hawara hev ve diçin.

Di wan çend roja de têkoşerên jîngeparêz û çalakvanên jîngeparêzên bajarên derdorên Merîwanê bûn ku bi hewara jîngeparêzên deverên Merîwanê ve çûn û eva jî nîşaneya xemxwarî û dilsozane ye bo parastina nîştimana me ya xoşewîst.

Carek din em tevî sipasiya pir bi dil û mandînebûnî li we yên hezkirî, em daxwazê ji hemû tex û qatên civaka Kurdistanê dikin ku eva di şiyana wan de ye, bi hewara jîngeparêzên Merîwanê ve herin û carek din îsbat bikin ku rizgariya nîştiman avahiyeke tejî ji wefadarî û dilsoziya kurdaneya we.

 

Navenda Teşkîlata Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

15 Gelawêja 1042 a Rojî