Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêyên hatinûçûn li bajarê Urmiyê bûne rêyên mirinê

11:10 - 7 Tebax 2023

Di roja derbasbûyî de li bajarê Urmiyê 3 kes bi sedema bûyera hatinûçûnê canê xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.

Şeva derbasbûyî bi sedema bûyera hatinûçûnê li nêzî gundê “Kelhur” ê ser bi devera “Tirgewer”a bajarê Urmiyê, 3 welatî  yên bi navên “Efşar Namcedîd, Cadir Celalî û Wahîde Namcedîd” ên xelkê gundê “Mawane” canê xwe ji dest dan.

Herwisa roja derbasbûyî jî, bi sedema bûyera hatinûçûnê li rêya Sêro-Urmiyê li nêzî Çarrahê, 3 welatî birîndar bûn.

Herwisa roja Yekşemî 15ê Gelawêjê jî, li rêya Urmiye-Şino li nêzî gundê “Qasimlo” 5 welatî bi sedema bûyera hatinûçûnê birîndar bûn.

Xirabiya rê, nebûna nîşandekên hewce bo ajotvanan li tenîşta rê, standarnebûna rêyan, hebûna çalan li ser rêyan û standarnebûna maşînan sedemên bingehîn ên qewimîna bûyerên hatinûçûnê ne.

Herwisa li heftiya derbasbûyê de jî, li rêya Selmas-Urmiyê de li geviya Quçiyê, bi sedema bûyera hatinûçûnê 2 welatiyan bi awayeke trajîk canê xwe ji dest dan.

Kalîteya gelek kêm a maşînan, li Îranê û bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê ku ti rêyeke standard nînin, yekem sedema canjidestdana welatiyan di dema qewimîna bûyerên hatinûçûnê de ye.