Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşên saybirî yên rejîmê bo kontirola torên civakî li devedevê salvegera şoreşa “Jîna”ê

11:42 - 7 Tebax 2023

Hevdem digel nêzîkbûna salvegera destpêka şoreşa Jînayê, hewl û êrîşên saybirî yên rejîmê bo destbiserdegirtina torên civakî û bi taybet rûpelên tekoşerên siyasî zêdetir bûye.

Li gorî agehdarî û daxuyaniya beşa “Kurd Saybirî” rejîma Îranê li devedevê yekemîn salvegera şehîdkirina “Jîna Emînî” û despêka şoreşa seranserî ya Jîna li Îran û Kurdistanê, rastî tirseke yekcar zêde hatiye û ji rêya besîcên saybirî ve hewla destbiserdegirtina zanyarî û kontirolkirina torên civakî yên taybet bi çalakvavên siyasî û medenî dike.

Di vê derheqê de navenda “Kurd Saybirî” hemû aliyek û bi taybet xelkê Rojhilatê Kurdistanê agehdar dike ku agehdarê pîlanên cur bi cur yên rejîmê û bi taybetî êrîşên saybirî bin û ti lînkek nenaskirî nevekin. Piraniya pilatform û “app”ên li Îranê hatine daxistin, lewma fêla lînk û “app”ên sexte nexwen. Baweriya xwe bi ti cure bernameyekê nehênin, dije fîlterên belaş bi kar nehênin û ew cihên ku bangeşeyê bo lînka “dije fîlter”ê dikin, gelek bi hûrî ve agehdar bin. Sîstem û “app”ên xwe hem biroj bikin û hem jî ji warê emniyetî ve rêkxistinê bo wan encam bidin û kesên nenaskirî “falo” nekin û “falo”ya wan wernegirin. Heta bersiva ti peyamên wan nedin.

Herwisa her nûçe û mijarek ku li ser torên civakî belav dibin, heta ku hûn çavkaniya wan a sereke nezanin, bawerî pê nekin û belav nekin û herwisa layk jî nekin.