Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê kombûnên nerizayetiyê hatine lidarxistin

12:22 - 1 Tebax 2023

Di heyama du rojan de li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê nêzî 12 kombûnên nerizayetiyên hatine lidarxistin.

Pêka vîdyoyên belavbûyî, roja Duşemî 9ê Gelawêjê, li bajarên wek “Kirmaşan, Ehwaz, Şehirê Kurd, Şîraz, Reşt, Erdebîl, Meşhed, Îsfehan û Tehran”ê malnişînkiriyên Îdareya Muxabiratê kombûnên nerizayetiyê li hember îdareya Muxabiratê lidar xistin û daxwaza bersivdana aliyên pêwendîdar bi daxwazkariyên xwe û cîbicîkirina biriyarnameya sala 1398an û çaresekirina pirsgirêkên dermanî û bîmeyî kirin.

Ji aliyeke dinê ve, li parêzgeha “Kehgîloye û Bûyîr Ehmed” jî, hejmarek zêde ji xelkê gundên devera “Sadah Mehmûdî” bi sedema çêkirina avbendekê ji aliyê rejîma Îranê ve li vê deverê ku nêzî 17 gund divê bêne çolkirin û 10 hezar kes nîştecihê bajaran bibin, nerizayetiya xwe nîşan dan û li hember avahiya Dadwerî û Dadgosteriya rejîmê li vê parêzgehê kom bûn.

Herwisa li bajarê “Zabul”ê jî, hejmar ji hevwelatiyan bi sedema nebaşbûna rewşa jiyanê û xisarên gihiştî bi beşa werzêrî û ajeldariyên wan kom bûn û nerizayetiya xwe nîşan dan.

Kombûnên wiha ji aliyê qadên cuda yên civakê ve rojane li bajarên cuda yên Îran û Kurdistênê tên lidarxistin, lê heta niha ti bersivek ji aliyê rejîmê ve bi wan re nehatiye dan û her roj pirsgirekek pêsîra xelkê digire û navendên pêwendîdar yên rejîmê jî, bi cihê çareserkirina daxwazên xelkê, bi hevkariya navendên binav ewlehî xelkê nerazî binçav dikin û dosiyeyên ewlehî ji bo wan çê dikin.