Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Aliyê kêm heft kolber li ser sînorê Newsûdê birîndar bûn

11:46 - 7 Tebax 2023

Pêka rapora Ajansa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, roja Yekşemî 15ê Gelawêjê, aliyê kêm 7 kolberên Kurd li ser sînorê Newsûdê bi teqeya hêzên rejîma Îranê birîndar bûne.

“Kurdpa”yê navê 6 kes ji wan welatiyan ku bi teqeya hêzên rejîmê birîndar bûne eşkere kiriye, ku wiha ne: “Îhsan Resûlî yê xelkê bajarê Pawê, Selam Weysî, Mîlad Bazanî, Nîma E`izemî, Huşiyar Bazanî ku her çar xelkê bajarê Ciwanroyê ne û Ferşad ku nasnameya wî rohn nîne, xelkê bajarê Selasa Bawecanî ye.

Herwisa hatiye ragihandin, ku hêzên rejîmê bi bê agehdarkirina berê teqe ji wan kolberan kirine.

“Kurdpa”yê ragihandiye ku ev kolberên Kurd dest, ling, ser, pê û singê wan birîndar bûne û bo tedawiyên pizîşkî bo nexweşxaneya “Qudis” a bajarê “Pawê” hatine veguhastin û rewşa hin ji wan nebaş hatiye ragihandin.

Her di vê derheqê de roja Şemî 14ê Gelawêja 1402 a Rojî, kolberekî Kurd yê bi navê “Resûl Gageşî” yê xelkê bajarê Serdeştê li rêya hatina nav bajarê Banê bi sedema lêxistina maşîna kasibkarekî ku hêzên leşkerî yên rejîmê li pey kevtibûn, canê xwe ji dest da.