Endamû alîgirên welatparêz û emegnasên Demokrat, ji Avdanana Îlamê ve heta Mihabad, Bokan û Serdeştê bi lidarxistina çalakiyên berfireh, yada avakirina Hizba Demokrat pîroz kirin.
Pêka nûçeya ku gihîştiye bi Odeya Nûçeyan a Navenda Ragihandina Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, roja 14 û 15ê Gelawêja 1402 a Rojî, li devedevê 25ê Gelawêjê, 78emîn salvegera avakirina Hizba Demokrat, endam, alîgir û dilsozên emegnas ên rêbaza Demokrat li “Serawbax” ê ser bi bajarê Îlamê bi bilindkirina alaya Kurdistanê, nivîsandina dirûşm û belavkirina wêne û traktên taybet bi 25ê Gelawêjê, peyman digel Hizba xwe ya xoşewîst û xelk û axa Kurdistanê nû kirin.
Hevdem têkoşerên Demokrat li gundên “Talaw, Mercanava, Ceiferava, Hacî Hesen, Hobeya Hacî Hesen, Dîmenesor, Xêrava, Tazekend, Gewcava, Gezelên, Dêwîs Axa, Seydava û Qereqişlax” ên ser bi bajarê Mihabadê, bi awayekî berfireh çalakiyeke bêmînak lidar xistin û selimandin ku givaşên dujmin ti bandorek li ser îradeya şoreşgerên xelkê Kurd nîne.
Her di vê derheqê de, serêvara 15ê Gelawêjê, endam û alîgirên xwedî helwîst û qehreman ên Hizba Demokrat li bajarê Sedeştê, bi hilkefta 25ê Gelawêjê, 78emîn salvegera avakirina Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, li Girdesora bajarê Serdeştê çalakiyên banghêjî lidar xistin û trakt û nivîsên taybet bi 25ê Gelawêjê belav kirin û Girdesor bi axabanî û alaya Kurdistanê xemilandin.
Herwisa endamên Teşkîlata Nihênî yên Hizba Demokrat li bajarê Bokanê, bi belavkirina wêne, trakt û nivîsên taybet bi 25ê Gelawêjê, yada 25ê Gelawêjê bi bilindî ragirtin û peyman digel Demokrat û rêbaza şehîdên Kurdistanê nû kirin.
Di wan cihên bajarê Bokanê de çalakî hatine lidarxistin: “Mucteme`a Îdarat û pişt Îtilaata Spaha Pasdaran a rejîmê, îdareya Muhîtê Zîst û Qalîbafî, rêya Kêwereş û cihên geştiyarî yên Naleşikêne û gupika Naleşikêne”yê.