Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê 3 hezar leşker li hember gefên rejîma Îranê şande navçeyê

10:37 - 8 Tebax 2023

Amerîkayê ragihandiye ku zêdetirî 3 hezar leşkerên vî welatî bi du gemiyên şerker li hember gefên rejîma Îranê derbasî nav deryaya Sor bûne.

Amerîkayê daye zanîn ji ber piştevanîkirin ji ewlehiya bazirganiya cîhanê li ser avan û lihemberderkevtin li dijî gefên rejîma Îranê li dijî gemiyên bazirganî, ew hêze ji bo navçeyê şandiye.

“Tîm Hawkînz”, Berdevkê Navigana Pêncem a Deryaya Amerîkayê, ji nûçegihaniya Feransê re ragihandiye, ku bicîhkirina hêzan li hember kiryarên têkderane û kêmkirina aloziyên li herêmê û rêgirîkirin ji azardana gemiyên bazirganî û destbiserdegirtina wan ji aliyê Îranê ve ye.

Ertêşa Amerîkayê dibêje, Îranê di du salên borî de dest danîye ser 20 gemiyên bi alaya navneteweyî li herêmê yan jî hewl daye ku kontrola wan bi dest bixe.

Navigana Pêncem a Hêza Deryayî ya Amerîkayê ku navenda wê li Behrêynê ye, di daxuyaniyekê de ragihandiye ku deryavan û hêzên deryayî yên Amerîkî piştî derbasbûn ji kanala Swêsê di ciheke pêşdem de ku hatibû diyarîkirin, derbasî deryaya Sor bûne.