Hêzên rejîma Îranê bi teqeya rasterast li ser sînorê Newsûdê kolberekî Kurd kirine amanc û bi teqeya hêzên rejîmê canê xwe ji dest da.
Êvareya roja Yekşemî 15ê Gelawêjê, kolberekî Kurd yê bi navê “Aso Kerîmî “ yê kurê Nûxas û xelkê gundê “Komere” yê ser bi bajarê Pawê, li ser sînorê Newsûdê bi gulleya hêzên rejîmê canê xwe ji dest da.
Li gorî Ajansa Nûçegihaniya Mafê Mirovî ya “ Kurdpa”yê, êvareya roja Yekşemî, ew kolberê Kurd ji aliyên hêzên rejîmê ve bi tundî birîndar bibû û bi sedema giraniya birînên xwe û xiwînrêjiya zêde canê xwe ji dest daye.
“Kurdpa” dibêje, termê wî kolberî di nav yek ji baxên Şûşmê de hatiye peydakirin.
Aso Kerîmî 39 salî û xîzandar e.
Êvareya roja yekşemî 15ê Gelawêjê, aliyê kêm 7 kolber bi gulleyên hêzên rejîma Îranê li ser sînorê Newsûdê hatine birîndarkirin.