Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Veguhastina welatiyekî Kurd bo girtîgeha rejîmê li bajarê Mihabadê

10:48 - 8 Tebax 2023

“Yûsif Bekirî” yê welatiyê Kurd ji girtîgeha ewlehî ya rejîmê li bajarê Urmiyê bo girtîgeha rejîmê li Mihabadê hate veguhastin.

Pêka rapora Ajansa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, welatiyekî kurd yê bi navê “Yûsif Bekrî” yê temen 38 salî û xelkê bajarê “Mihabad”ê, piştî bi dawîhatina lêpêçîna wî, ji girtîgeha ewlehî ya rejîmê li bajarê “Urmiyê” bo girtîgeha rejîmê ya li bajarê “Mihabad”ê hate veguhastin.

Ev welatiyê Kurd roja Çarşemî 21ê Pûşperê, bi bê hebûna belgeyên yasayî ji aliyê hêzên rejîmê ve li cihê karkirina xwe de hatibû binçavkirin.

“Kurdpa”yê ragihandiye, ku ev welatiyê Kurd ji dema binçavkirinê ve heta niha ji mafê hebûna parêzer bê par bûye û qedera wî hê jî rohin nîne.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmetên li dijî wî hatinî sepandin ti zanyariyek ber dest nîne.