Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyekî xelkê bajarê Urmiyê ji aliyê hêzên rejîmê ve hate binçavkirin

10:54 - 8 Tebax 2023

Ciwanekî Kurd yê xelkê bajarê “Şût” yê girêdayî parêzgeha “Urmiyê” ji aliyê hêzên rejîmê ve hate binçavkirin.

Pêka rapora Encumena Girtiyên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê “Xweragirî”, 5 rojan berî niha welatiyekî Kurd yê bi navê “Îslam Sebzî” yê temen 26 salî û xelkê bajarê “Şût” yê girêdayî parêzgeha “Urmiyê” ji aliyê hêzên Îtilaata rejîmê ve hate binçavkirin, û malbata navbirî ti zanyariyek li derheq qedera kurê xwe nîne û navendên pêwendîdar yên rejîmê jî xwe ji binçavkirina navbirî diparêzin.

Hêzên rejîmê 5 roj berî niha bi awayekî hovane “Îslam Sebzî” binçav kirine û bo cihek nexuya veguhastine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û cihê ragirtina wî welatiyê Kurd, ti zanyariyek ber dest nine.