Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi dehan hiktar ji daristanên Dalahûyê li Kirmaşanê di nav agir de hatine şewitandin

11:16 - 8 Tebax 2023

Di berdewamiya agirberdana daristanên Rojhilatê Kurdistanê, bi dehan hiktar ji daristanên Dalahû yên ser bi bajaroka “ Kirind” a ser bi parêzgeha Kirmaşanê, ji aliyê dujminên jîngehê ve hatine şewitandin.
Li gorî nûçeya encumenên jîngeparêzî yên parêzgeha Kirmaşanê, di heyama çend rojên derbasbûyî de, bi dehan hiktar ji çîrîngeh û daristanên Dalahû yên ser bi bajaroka “Kirind” li parêzgeha Kirmaşanê, bi awayê bi zanebûn hatine agirberdan û tenê li devera “Qerawîz” pitir ji 40 hiktar daristan di nav agir de şewitîne, herwisa ev cihên ku hatine şewitandin wiha ne: “Birewend, Hokanî, Sofîrend, Navdar, Qerawîz, Bizmîrava, pişta tenga Zehaw, Camulk û Bîwenîj”.
Jîngeparêzên xelkê wê deverê wek deverên din yên Kurdistanê, bi kêmtirîn îmkanatan û bi destê betal aw agir kontirol kirine, û di ve derheqê de navendên ser bi rejîmê alîkariya xelkê nekirine.
Her di vê peywendiyê de, roja Duşemî rêkevta 16ê Gelawêjê, beşek zêde ji çîrîngehên devera “Wizmele” ya ser bi Banê û “Ajwan” ya ser bi Kamêranê û herwisa di heyama çend rojên derbasbûyî de zêdetirî 2 hezar hiktar ji daristan û çîrîngehên Merîwanê di nav agir de şewitîne.