Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema bilindbûna nirxa goştê sor û goştê mirîşkan, êdî xelk nikare wan bikire

12:33 - 8 Tebax 2023

Li Îranê enflasyon li beşa goştê sor û goştê mirîşkan û şîremeniyan gelek bilind bûye, lê rejîm bi sozên çewt dixwaze rewşê asayî bide xuya.
Pêka rapora Navenda Amarî ya rejîma Îranê, nirxa enflasyona goştê sor %86, goştê mirîşkan %82 û şîremenî jî %80.9î bilind bûye û ew yeka bûye sedem ku xelk êdî nekarin goşt û berhemên şîr bikirin ku bi wateya nemana proteîn li ser sifreya xelkê ye.
Pêka amrên fermî yên rejîmê, xercê nêvincî yê malbatan li meha Cozerdana îsal bi helsengandin digel sala par, %48.5 zêdetir bûye.
Herwisa Navenda Amarî ya rejîmê ragihandiye, ku di wan 15 salên derbasbûyî de nirxa goştê sor û goştê mirîşkan %2586 bilind bûye.
Di malperên kirîn û firotina înternetî ya gîşt de her kîlo goştê sor li navbera 400 hezar heta milyonekê û goştê mirîşkan jî, ji 100 heta 200 hezar Tumenî tê firotin.
Di nav qesabxaneyan de jî, nirxa goştê sor 380 hezar û goştê mirîşkan 175 hezar Tumenî ye; Ew yeka di halekê de ye ku nirxa her kîlo goştê mirîşkan li sala 1399 a Rojî de, 15 hezar Tumen û goştê sor 76 hezar Tumenî bû.
Berhemanîna goşt vedigere li ser ajeldariyê li Îranê û eva jî di halekê de ye ku rejîm ti alîkariyekê nade werzêr û ajeldariyan.
Ajaldarî, bi taybetî beşa ajeldariya sivik, bi pirsgirêkeke micid ya hişkesalî, kêmbûna avê û kêmbûna veberhênan û zêdebûna nirxa kelûpel û xwarina ajelan rû bi rû bûye. Eva jî di halekê de ye ku li gorî Navenda Amariya rejîmê, di sala 1401an de, nêzî 307 hezar kar di beşa çandiniyê de ji dest çûne.