Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyeteke komîteya Hizba Demokrat li welatê Kanadayê digel endamên parlemana vî welatî hevdîtin kir

10:10 - 9 Tebax 2023

Heyeteke komîteya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li welatê Kanadayê li ser pirsa Kurd li Îranê, digel parlemanter û kadreke Partiya Konsêrvatîvî ên wî welatî kom bû.

Roja Çarşemî 18ê Gelawêja 1402 a Rojî, heyeteke Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li rojavayê Kanadayê, hevdîtineke dostane digel “Tam Kimîç”, Endamê Parlemana Kanadayê û “Nêlî Şîn”, Parlemantara berê û Kadra Partiya Konsêrvatîvî ya vî welatî pêk anî.

Di vê hevdîtinê de, Se`idî Ebdî û Smayîl Îbrahîmî ji komîteya Hizbê, dawî pêşhatên li Kurdistan û Îranê bi aliyên Kanadayî re behs kirin û raportek li ser kiryarên terorîstî yên rejîma Îslamî ya Îranê li navxweyê Îranê û Başûrê Kurdistanê pêşkêş wan kirin.

“Tam Kimîç”, careke din piştevaniya xwe ji tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurd dubare kir û ragihandin, ew bi hemû şêweyekî hewl dide da ku daxwazên gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bigihîne guhê rayedarên Kanadayî, civat û rêkxistinên mafê mirovî, da ku cinayetên rejîma Tehranê bê bersiv nemînin.

Herwisa “Nêlî Şîn”, soza wê yekê da, ku wek pisporeke warê ewlehî, baleke taybet bixe ser Kurdistanê û aliyên pêwendîdar ji wan metirsiyan agehdar bike.