Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ciwanekî Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate girtin

10:15 - 9 Tebax 2023

Hêzên rejîma Îranê ciwanekî Kurd yê xelkê bajarê Serdeştê girtin û bo ciheke nexuya veguhastin.
Roja Sêşemî 17ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Ramîn Hesennijad” yê xelkê gundê “Sîsêr” yê ser bi bajarê Serdeştê, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate girtin û bo ciheke nexuya hate veguhastin.
Li gorî Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, hêzên ewlehî yên rejîmê bi bê hebûna belgeyên yasayî ew ciwanê Kurd girtine.
Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema girtin û tohmetên li dijî navbirî hatinî sepandin ti zaniyariyek ber dest nîne.