Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberekî Kurd bi teqeya hêzên sînorî yên Îraqê birîndar bû

10:33 - 9 Tebax 2023

Hêzên sînorî yên Îraqê teqe li kolberekî Kurd yê xelkê Banê kirine ku di encamê de lingê wî birîndar bûye.

Roja Duşemî 16 Gelawêjê, kolberekî Kurd yê bi navê “Hesen Burqanî” yê xelkê gundê “Alût” yê ser bi bajarê Banê, bi teqeya hêzên sînorî yên Îraqê li ser sînorê “Çoman”a Banê birîndar bû.

Ew kolberê Kurd di vê bûyerê de lingê wî birîndar bûye û bi mebesta tedawiya pizîşkî, bo navendên dermanî li bajarê Silêmanî li Herêma Kurdistanê hatiye veguhastin.

Rewşa giştî a wî kolberî bi başî hatiye ragihandin.

Bilî amara îsal, di heyama 12 salan de, zêdetirî 1,956 kolber di dema kolberiyê de hatine kuştin û birîndarkirin.