Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Çaldiranê pasdarek terorîst ji aliyê kesên çekdar ve giha bi sizayê xwe

11:06 - 9 Tebax 2023

Roja Sêşemî 17ê Gelawêjê, li ser sînorê Çaldiran ê Rojhilatê Kurdistanê, pasdarek terorîst ê Spaha Pasdaran ji aliyê kesên çekdar ve giha bi sizayên xwe.

Biryargeha Hemzeya Sêydulşoheda ya Spaha Pasdaran kuştina wî pasdarê terorîst piştrast kiriye û nasnameya wî bi “Emîr Husên Salihiyan” daye zanîn û ragihandiye ku, ew pasdare li herêma Yûsifabad a ser bi bajarê Çaldiranê di şer û pevçûnekê de digel girûpek çekdar hatiye kuştin.

Ew terorîstê rejîmê li ser sînorê bajarê Çaldiranê rastî kesên çekdar tê û bi sizayê xwe digihe.

Hêzên serkutkar ên rejîmê li Kurdistanê bi berdewamî xelkê medenî û kasibkaran dikine armanc, û her lewma di her derfetekê de ew rastî ciwanên azadîxwaz bên, dê bigihine sizayê kiryarên xwe yên qirêj.