Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birîtaniya û Kanadayê çendîn kompanî û berpirsên rejîmê tehrîm kirin

09:38 - 9 Tebax 2023

Birîtaniyayê Kompaniyeke berhemanîna dironan ya rejîma Îranê û birêveberên vê kompaniyê û 2 kompaniyên din ên biyanî tehrîm kir, herwisa Kanadayê jî 7 berpisên rejîma Îranê tehrîm kir.
Wezareta Derve ya Birîtaniyayê bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn, ku kompaniya “Perawer Pars” a berhemanîna dironan û 7 kes ji birêveberên vê kompaniyê ku li lêkolîn, geşedan û berhemanîna dironan de bo Spaha Pasdaran rol hebûne û herwisa Kompaniyên “Turk Yûniyon û Azo Înterneşnal” ên li Tirkiyê ku berhemên mîkro elektrîk berhem tînin, tehrîm kiriye.
Herwisa Birîtaniyê bi 25 tehrîmên nû, çendîn kes û kompanî li Îran, Tirkiye, Bilarûs, Slovakiya, Swîs, Îmarat û Rûsiyê, tehrîm kir.
Birîtaniyayê ji destpêka şerê Ukraynê ve zêdetir ji hezar û 600 kes û navend tehrîm kiriye û ew yeka bi mezintirîn hewlên li dijî dabînkirina alavên leşkerî bo Rûsiyê li welatê sêyem binav kiriye.
Herwisa Wezîra Derve ya Kanadayê “Milanî Cûlî” jî, bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku, 7 berpirsên rejîma Îranê ên wek Sekreterê Şêwreya Ewlehiya Netewî ya rejîma Îranê “Elîekber Ehmediyan”, Serokê Saziya Pîşeyiya Esmanî ya rejîmê “Ebdulkerîm Benîterefî, Birêvebera Giştî û Endama Heyeta Birêveberiya Kompaniya “Îmen Sen`etê Zeman Fera” ya bi navê “Me`isûme Têymûrî”, Serokê Heyeta Birêveberiya “Îmen Sen`etê Zeman Fera” “Riza Xakî”, 2 Endamên Heyeta Birêveberiya Kompaniya “Pîşeya Esmaniya Quds” ên bi navên “Mecîdriza Niyazî û Welî Erlanîzade” li lîsteyê nû yên dorpêçên Kanadayê li dijî rejîma Îranê hatine zêdekirin.