Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Menca piştevaniya çalakvan û rêkxirawên Kurdistanê li jîngehparêzan û daristanên Kurdistanê

11:29 - 9 Tebax 2023

Piştî şewitandina bi zanebûn a daristan û çêrîngehên Rojhilatê Kurdistanê, mencek ji piştevanîkirina çalakvanên medenî û rêkxiraweyên Kurdistanê bo xwedîderketin ji jîngeh û jîngehparêzên nîştimanê destpê kiriye.
Pêka wêne û vîdyoyên ku di nava torên civakî de hatine belavkirin, di heyama rojên derbasbûyî de mencek berfireh ji piştevaniya xelkê, çalakvanên medenî, hunermendan, nivîskar, helbestvan û rêkxiraweyên Kurdistanî ji jîngeh û jîngehparêzên Kurdistanê bi awayên cuda destpê kiriye û di niha de bi wayekî berfireh berdewam  e.
Tevî vê yekê ku jîngehparêz û kesên xwebexş li bajarên cuda yên Kurdistanê bi hawara wan deveran ve çûne ku daristan û çêrîngehên wan şewitîne, xelk û çalakvanên medenî li seranserê Kurdistanê ji rêya komkirina alîkariyên malî ji encumen jîngehî û jîngehparêzî, li jîngeh û jîngehparêzên welat xwedî derketin.
Hêjayî gotinê ye ku di heyama çend rojên derbasbûyî de çend hezar hiktar ji çêrîngeh û daristanên bajarên Merîwan, Kirmaşan, Kamêran, Serdeşt, Rebet û Bane ji aliyê neyarên jîngeha Kurdistanê ve hatine şewitandin û jîngehparêzên Kurdistanê li hember kontirolkirina wan agiran qehremaniyek bêmînak ji xwe nîşan dan.