Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê gef li Hizbullaha Lubnanê xwar

11:57 - 9 Tebax 2023

Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê gotiye ku eger Hizbullaha Lubnanê bixwaze digel me şer bike, Lubnan yê bizivire bo serdema kevir.
Roja Sêşemî 17ê Gelawêja 1402 a Rojî, piştî çendîn roj alozî di navbera Îsraîl û Lubnanê de, Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê “Yuaw Galant” ragihand: “Di egera rûdana şerê digel Hizbullaha Lubnanê de, emê dê welatê Lubnanê bizivrînin bo serdema kevirî û kawil bikin”.
Pêka nûçeya Nûçegihaniya Roytêrzê, Wezîrê Berevaniya Îsraîlê herwisa gotiye: “Şaşiyê nekin. Em şer naxwazin, lê em bi tevahî amade ne ku berevanî ji xelkê medenî, serbazên xwe û axa welatê xwe bikin”.
Hêjayê gotinê ye ku di heyama çend rojên derbasbûyî de berpirsên asayîş û berevanî yên Amerîka û Îsraîl li ser çendîn pirsên deverî û metirs ên rejîma Îranê û Hizbullaha Lubnanê kom bûn.
Di hevdîtina rayedarên Îsraîlî û Amerîkayî de “metirsiya Hizbullahê li Lubnanê û hewlên ji bo rûbirûbûna çalakiyên têkderane yên rejîma Komara Îslamî ya Îranê li Rojhilata Navîn” hatine gotûbêjkirin.