Rêjeya avê û rûbera gola Urmiyê kêm bûye û ber bi hişkbûna yekcarî ve diçe. Li gorî dîmenên esmanî ku rewşa nebaş a vê golê nîşan dide, heta radeyeke mezin ev gole zuha bûye.
Mucteba Zulcûdî, Cihgirê Serokê Saziya Parastina Jîngeha Îranê roja Çarşemê di hevpeyvînekê de bi nûçegihaniyên girêdayî rejîmê re ragihandiye, gola Urmiyê 960 milyon metra sêcî av maye û rûbera wê 408 kîlometra çargoşe piçûk bûye.
Navbirî daye zanîn, Ji 5ê Cozerdana 1402an ve, ji ber bilindbûna hilma avê, asta ava golê 24 santîmetran daketiye û dê rewş heta naverasta payîzê xerabtir bibe.
Rejîma Îranê sebebkarê sereke yê hişkbûna gola Urmiyê ye, ji ber ku heta niha sedan terh û pilan ji bo vejîna golê daye, lê ne terhên wê bi rê ve çûne û ne bûdca hatî diyarîkirin, ji bo vejîna golê hatiye xerckirin.
Gola Urmiyê mezintirîn gola ava şor a Rojhilata Navîn bû, lê niha tenê çolatiyek e ji xwê û gefeke mezin e jî li ser tendirustiya xelkê wê parêzgehê.