Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyekî Kurd yê xelkê Hersînê li girtîgeha Hemedanê hate bidarvekirin

10:36 - 10 Tebax 2023

Girtiyekî Kurd yê xelkê Hersîna Kirmaşanê li girtîgeha rejîmê ya li bajarê Hemedanê hate darvekirin.

Li gorî Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, sibêdeha roja Çarşemî 18 Gelawêjê, cezayê bidarvekirina girtiyekî Kurd yê bi navê “Ehed Haşimî” yê xelkê bajarê Hersîn yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê, li girtîgeha rejîmê li Hemedanê hate cîbicîkirin.

Ev girtiye roja Duşemî 16 Gelawêjê, bi mebesta cîbicîkirina cezayê xwe, bo odeya takekesî hatibû veguhastin.

Navbirî berê bi tohmeta “madeyên hişber” hatibû girtin û ji aliyê dadgehên rejîmê li Hemedanê bi îdamê hatibû sizadan.