Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Digel nêzîkbûna salvegera şoreşa seraserî li Îranê rêjeya givaşan bo ser xwandekaran jî zêde bûye

10:51 - 10 Tebax 2023

Hêzên rejîmê li nêzîkbûna salvegera şoreşa “Jîna”yê û vebûna zanîngehan givaşek zêde xistiye ser xwandekaran.

Pêka raporên belavbûyî, di çend rojên derbasbûyî de hêzên rejîma Îranê ji rêya pêwendîgirtina telefonî ve digel xwandekarên zanîngeha “Terbiyet Muders” hejmarek zêde ji wan bo navendên ewlehî û lêpêçînê gazî kirine.

Herwisa hatiye belavkirin ku di dema bersivnedana xwandekaran bi malbatên wan re pêwendî hatiye giritne.

Hêzên rejîma Îranê bi sedema nêzîkbûna salvegera şoreşa seranserî ya gelên Îranê dixwaze xelkê bitirsîne û di niha de ji rêyên cuda ve bo tepeserkirina xelkê mifahê werdigire.

Di dema şoreşa “Jîna”yê de xwandekaran rolek sereke hebûn û li piraniya zanîngehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dijî desthilata rejîma Îranê hatine ser şeqaman û ev yeka tirs xistiye dilê rejîmê û di niha de wan tepeser dike.

Sala derbasbûyî di dema serhildana xwandekaran de hejmarek zêde ji xwandekaran hatine binçavkirin û hêzên rejîmê di nava zanîngeh û xevtingehên wan de teqe li wan dikirin û ev birîndar dikirin, herwisa rêjeyek zêde ji xwandekaran bo heta hetayî yan demkî ji xwandinê dûr xistin.

Di niha de jî banghêjkirina xwandekaran bi rêya pêwendiyên telefonî ve ti rehendeke yasayî nîne û hêzên rejîmê dixwazin hêz û zora xwe bi ser xelkê de bisepîne.