Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Neteweyên Yekgirtî: Rewşa mafê mirov li Îranê bi awayekî berçav xirabtir bûye

11:00 - 10 Tebax 2023

Li rapora salane ya Komîsariya Bilind a Mafê Mirovî ya Neteweyên Yekgirtî û Sekreterê Giştî yê vê rêkxirawê li derheq rewşa mafê mirovî li Îranê, li heyama meha Gelawêja 1401 heta Xakelêweya 1402 a Rojî, tekezî li ser vê yekê hatiye kirin ku di vê heyamê de rewşa giştî ya mafê mirovî li Îranê bi awayekî berçav xirabtir bûye.

Di wê raporê de ku roja Sêşemî 17ê Gelawêjê hatiye belavkirinê, hejmarek pirsên wek “bikaranîna hêza ji astderketî” jio bo serkutkirina xelkê serhildayî yên Îranê, cîbicîkirina cezayê bidarvekirinê, binçavkirina xweserane, rewşa destpêregihîştin bi zanyarî û rewşa mafê jinan, zarokan û kêmîneyan hatine behskirin.

Komîsariya Bilind a Mafê Mirovî ya Neteweyên Yekgirtî, ev yeka bi bîr aniye ku piştî destpêkirina şoreşa “Jîna”yê li meha Xezelwera sala drerbasbûyî, girtina xweserane ya xwenîşanderan, çalakvanan, parêzerên mafê mirovî û parêzeran ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve, bi awayekî berçav zêde bûye.

Herwisa behsa vê yekê jî hatiye kirin ku di wê heyamê de mîkanîzma dadweriyê li Îranê bi mebesta reftara dadperwerane digel tohmet û sikalaya qurbaniyan, nekêrhatî bûye.

Di vê raporê de bi îşarekirin bi bikaranîna zêde a hêzê ji aliyê hêzên ewlehî ve bo serkutkirina neraziyan, bi bîr aniye ku binpêkirina mafê mirovî li wan deverên Îranê zêdetir hatiye dîtin ku nerizayetî tundir bûne; wek mînak li Tehran, Kurdistan û parêzgeha Sîstan û Belûçistanê.

Komîsariya Bilind a Mafê Mirovî ya Neteweyên Yekgirtî li beşeke din a vê raporê de behsa vê yekê kiriye ku li sala 2022 a Zayînî de, 582 kes li Îranê hatine bidarvekirin, ev yeka jî bi berhevdanîn digel sala 2021ê ku 333 kes hatibûne bidarvekirinê, bi rêjeya %75 zêdetir bûye.

Komîsariya Bilind a Mafê Mirovî ya Neteweyên Yekgirtî, binçavkirina aliyê kêm 20 hezar kesî di dema serhildana “jîna”yê de, bi sedema beşdarîkirin an piştevanîkirin ji nerizayetiyan ragihandiye û gotiye ku çendîn raporên îşkencekirin, reftarên xirab, destdirêjiya seksî û regezî ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve digel xwenîşanderan, di dema girtin an lêpirsînan de heye.