Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi hilkefta nêzîkbûna 25ê Gelawêjê çalakiyên bangêjî li Kurdistanê berfirehtir dibin

11:37 - 10 Tebax 2023

Li devedevê salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, mencek bihêz ji çalakiyên banghêjî ji Luristanê ve heta Mihabadê, Rebet, û Pîranşarê ji aliyê tekoşerên Hizbê ve bi rê ve çû.

Di çend rojên derbasbûyî de bo pêşwazîkirin ji 25ê Gelawêjê, salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, endam, dilsoz û alîgirên tekoşer û mandînenas yên Hizba Demokrat li bajar, gund û deverên Luristanê ve bigire heta bajarên Mihabadê, Rebet û Pîranşarê, Kurdistan kirine pêşangahek ji wêne, tirakt û dirûşmên taybet bi 25 Gelawêjê, û bi bilindkirina alaya Kurdistanê li şeqam, kolan û ser rêyan, ev roje pîroz kirin.

Ev cihên ku çalakiyên banghêjê jê hatine kirin wiha ne:

Bajarê Xuremava li Luristan û derdora vî bajarî, nav bajarê Mihabad û dever û gundên wekî Şarwêran û Mehal, gundên Qemtere, Befiravan, Qulesen, Qizgela û Guwêktepe, nav bajarê Rebet û gundê Sîsêr, nav bajarê Pîranşar û deverên Lacan û gundên Kasekeran, Rêkawê, Girdaşewan, Mêşedê, Gendar, Derbike, Lawên û gundê Zenîkawê.