Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Geşeya aboriya Îranê di 10 salên derbasbûyî de heta asta sifrê daketiye

11:47 - 10 Tebax 2023

Aborînasekî rejîma Îranê gotiye ku Îran piştî şoreşa gelan a sala 1357 a Rojî, yek ji wan welatan e ku kêmtirîn nirxa geşeya aborî di cihanê de hebûye.

Aborînasê rejîmê yê bi navê “Hucet Mîrzayî” ku li kabîneya Serkomarê berê yê rejîmê “Hesen Rûhanî” de Cihgirê Wezîrî kar ê rejîmê bû, di hevpeyvînekê de digel rojnameya “Şerq” a ser bi rejîma Îranê gotiye: “Aboriya Îranê piştî şoreşa sala 1357 a Rojî, kêmtirîn nirxa geşeya Aborî di cihanê de hebûye û di van 10 salên derbasbûyî de rêjeya geşeya aboriya welat gihîştiye sifirê”.

Herwisa navbirî gotiye ku “kêmiya rêjeya geşeya dahata seranserî, digel newekheviya mezin, bûye sedema zêdebûn û kûrtirbûna hejarî li Îranê.

Herwisa wî aborînasê rejîmê daye zanîn, ku ji sala 1397 a Rojî ve nirxa geşeya aborî nerênî bûye û derkevtina dahat ji Îranê gelek zêdetir bûye û heşîmeta hejran li Îranê 2 qat zêde bûye û bi sedema enflasyona gelek bilind, nîşandekên hejarî ya xwarin û avahiyan gihîştiye asteke bê mînak.