Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berteknîşandana Amerîkayê li hember gotinên Reîsî li derheq hicaba bizorê li Îranê

11:49 - 10 Tebax 2023

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê li derheq gotinên Îbrahîm Reîsî bo sepandina hicaba bizorê li Îranê û binpêkirina mafê jinan bertek nîşan da.

Roja Çarşemî 18ê Gelawêjê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê “Matthew Miller”, li derheq gotinên Serkomarê rejîma Îranê “Îbrahîm Reîsî” li derheq hicaba bizorê li Îranê bertek nîşan da û ragihand ku: “Min gotinên Reîsî li derheq sepandina hicaba bizorê bihîst, lê her wekî ku me berê jî gotiye bi bawera me jin li Îranê yan li her cihekê dinê divê azad bin û ya ku xwe hez dikin li xwe bikin.”

Herwisa di beşek din a gotinên xwe de ragihandiye, ku Netewên Yekgirtî bi hevkariya hevpeymanên xwe li derheq bersivdarkirina binpêkeriyên mafê mirovî û mafê jinan li Îranê berdewam dibin û nabe jinên Îranê ji kiriyarên karbidestên rejîmê û mifahwergirtina wan ji alavên pêşketî bo çavedêrîkirina wan nîgeran bin.

Îbrahîm Raîs di halekê de ew axavtinane kiriye ku salvegera şehîdkirina Jîna Emînî nêz bûye û xelk xwe ji bo menca duyem ya serhildana “Jin, jiyan, azadî” amade dike.